Mela Xelîlê Sêrtî bi eslê xwe ji navçeya Hîzanê ya ku girêdayî bi Bedlîsê va ye. Lê ji bo ku çûye li bajarê Sêrtê bi cîh bûye bi vî bajarî hatiye naskirin. Ew kesayetek naskiriye û bi dehan berhemên wî yên îlmî hene û wî tesîrek mezin li ser medreseyên Kurdan kiriye. Ne tenê di warê dînî da berhem nivîsandine di warê edebî da jî xwedan berhemên qedirblind e. Berhemên wî ne tenê bi Erebî ne, bi zimanê Kurdî jî hene. Ji berhemên wî yên Kûrdî yek jî Nehcul’l- Enam e. Mela Xelîl ev berhema xwe bi awayekî menzûm û ji bona zarokên ku teze dest bi medresê dikin û ji bona gel nivîsandiye. Bi gelemperî mijarên wê mijarên seretayî ne û mijar bi awayekî herikbar hatine hûnandin. Di vê gotarê da ji aliyê şikil, ziman û naverokê va tehlîla berhema Mela Xelîlê Sêrtî ya bi navi Nehcul’l-Enamê hatiye kirin.
Primary Language | Turkish |
---|---|
Journal Section | Makaleler |
Authors | |
Publication Date | June 30, 2018 |
Published in Issue | Year 2018 Volume: 4 Issue: 7 |