Di avabûna nasnameya kolektîf da, li kêleka çend dîyardeyên giring, dîn û bawerî hêmanên
gelekî xurt in ku carinan, di hin perîyodên dîrokê da, rê lê vedikin ku civak xwe li ser bingeha
wan pênase bikin. Di nava civaka kurd da jî, di gel nîqaşên giştî li ser nasnameya kurdbûnê,
hin civakên etno-dînî hene ku, pênaseyên wan yên nasnameyî yên derbarê xwe da, hem nîqaşa
li ser nasnameya kurdî kûrtir dikin û hem jî nîqaşa li ser nasnameya wan bi xwe jî derdixe
meydanê. Dema ku em seyra dîrokî ya van nîqaşan datînin pêş xwe, tê dîtin ku ev nîqaş hem
di asta civakê da û hem jî di asta lêkoleran da, tu car bi temamî li dû prensîbên zanistî bi rê ve
neçûye. Di vê kontekstê da civakên elewî û êzîdî yên kurd, ji alîyê şênberîya vê nîqaşê ve, du
mînakên gelekî giring in. Wekî îlaweyekê li vê nîqaşê, em ê berê xwe bidin metinên folklorî
ku li wê derê ji tesbîtên derveyî bêtir, tesewirên civakî derdikevin pêşberî me ku ev yek meyla
civakê ya objektîf dide der.
Religion and beliefs are curcial elements in the construction of the collective identity and in
some periods of history communities takes them as basis to define themselves. Although there
are general debates on kurdish identity within the kurdish society, the existence of some ethno-
religious groups and their self-definition deepens the debate on kurdish identity in general
and reveals the debate on their identity perceptions. When we look at the historical course of
these discussions, it seems that this issue has never carried out entirely in the light of scientific
criteria, both on the social level and on the level of researchers’ definitions. In this context, the
kurdish alavi community and the yazidi communities are two important examples of the concreteness
of this debate. As an additional contribution to this debate, we will regard a look into
folklore texts, where the concept of the society appears before us, and this shows the objective
tendencies of that social group.
Primary Language | Kurdi |
---|---|
Subjects | Turkish Folklore |
Journal Section | Research Articles |
Authors | |
Publication Date | October 31, 2020 |
Published in Issue | Year 2020 Volume: 1 Issue: 2 |