Armanca me bi vê xebatê yek bi Kurdiya
Kurmancî yek jî bi Elmanî berawirdkirina du çîrokan e. Çîroka bi Elmanî ya bi
navê Hansel û Gretel wê ji alî Birayên Grimm ve hatiye berhevkirin, çîroka bi
Kurdî jî bi navê Elik û Fatik tê zanîn. Xebata me ji girîngiya çirokan ji bo
kurdan, berawirdkirina çîrokan bi riya motîfan û encamê pêk tê. Çîrokên her du
gel li gor Motîf Îndeksa Stith Thompsonê hatiye berawirdkirin. li gorî Motîf
Îndeksa Stith Thompsonê motîfên hevpar û ji hev cuda hatine tespîtkirin. Ev çîrok dê nîşanî
me bide ku çirok xwe bi welatek tenê sînor nekiriye. Gihişti ye her derê cihanê.
Di vê xebatê de dewlemendiya çîrokên kurdî alî motîfan de hat dîtin.
Primary Language | Kurdi |
---|---|
Subjects | Turkish Folklore |
Journal Section | Research Articles |
Authors | |
Publication Date | November 29, 2019 |
Submission Date | August 1, 2019 |
Published in Issue | Year 2019 Issue: 1 |