Şikoyê Hesen, kurdekî êzîdî û yek ji helbestvanên
qonaxa Kafqasyayê ye. Bi navê “Qalçîçek”, “Tembûra Kurda”, “Meremê Dilê Kurd”
sê berhemên wî yên helbestan hene. Di gelek helbestên Şikoyê Hesen de
welatperwerî derdikeve pêş û helbestvan hest û nêrînên xwe yên di vî warî de bi
vegêranekê di nav helbestên xwe de hunandine. Herwiha fêhm û hişmendîya ziman
jî bûye temayeke sereke di helbestên Şiko de. Mijara vê xebatê vegêrana
welatperwerîyê û fêhma ziman di helbesta Şikoyê Hesen de ye. Pêşî derbarê
jîyana Şikoyê Hesen de agahî hatine dayîn û navên berhemên wî yên ku heta niha
hatine weşandin, hatine nivîsandin. Herwiha di helbestên Şikoyê Hesen
de vegêranên ku hest û vegotinên welatperwerîyê di wan de derdikevin pêş, hatine tesbîtkirin û şîrovekirin.
Piştre helbestên Şikoyê Hesen ku di wan de fêhm û hişmendîya ziman derketiye pêş hatine tesbîtkirin û şîrovekirin. Ev xebat li
ser du berhemên Şikoyê Hesen hatiye kirin. Yek jê berhema bi navê “Tembûra
Kurda”, ya din a bi navê “Payîz û Ba” ye.
Primary Language | Kurdi |
---|---|
Subjects | Creative Arts and Writing |
Journal Section | Research Articles |
Authors | |
Publication Date | November 29, 2019 |
Submission Date | August 9, 2019 |
Published in Issue | Year 2019 Issue: 1 |