Romana Kurdî ya yekem Şivanê Kurmanca di 1935an de çap bûye û îro romana Kurdî ketiye heyştê û pênc saliya xwe. Lê ji ber sedemên cuda, xebatên li ser roman û romannûsiya Kurdî kêm û qels in. Kesên ku bixwazin li ser romana kurdî bixebitin, îhtimalek mezin dê di temînkirina romanan de pirsgirêkan bijîn. Lewre ne saziyeke ku bi rêkûpêk berhemên Kurdî arşîv dike heye nê jî bîbliyografyayên ku van berheman dihewînin. Ji bona qismekî vê kêmasiyê ji holê rakin, me xebateke bîbliyografîk ji bona romanên kurmancî çêkir.
Primary Language | Turkish |
---|---|
Subjects | Creative Arts and Writing |
Journal Section | Research Articles |
Authors | |
Publication Date | November 30, 2020 |
Submission Date | July 21, 2020 |
Published in Issue | Year 2020 Issue: 3 |