Realîzma sosyalîst navê polîtîkaya fermî ya edebiyata
Sovyetê ye ku ji salên 1930î heta dawiya Sovyetê li seranserî vî welatî
edebiyateke hevşêwe afirandiye. Edebiyata kurdî ya Sovyetê jî di vê maweyê de
li ser vê bingehê û di bin karîgeriya vê rêbaza edebî de hatiye berhemanîn ku
bi giştî xwe dispêre civaka kurdên êzîdî. Di vê gotarê de sê romanên Erebê Şemo
û romana Hewarîyê ya Heciyê Cindî di vê çarçoveyê de tê nirxandin. Lewra
Erebê Şemo û Heciyê Cindî wek du nivîskarên pêşeng ên vê edebiyatê di çarçoveya
rêbaza ducemseriyê ya realîzma sosyalîst de romanên xwe dikin zemîna
berawirdkirina feodalîzm û sosyalîzmê û piştgiriya bicihkirina bernameya
damezirandinê ya sosyalîst dikin. Bi vê mebestê di romanên xwe de mijarên
zordariya feodalîzmê û rizgarkeriya Şoreşa Bolşevîk, adetên xirab ên feodalîzmê
û azadîxwaziya sosyalîzmê, nezaniya serdema feodal û ronakgeriya Sovyetê,
paşdemayîna feodalîzmê û pêşketina aboriya sosyalîst berawird dikin û bi vê
rêbaza xwe dibin nerîtdanerên edebiyateke yekdeng û yekreng di edebiyata kurdî
ya Sovyetê de.
Journal Section | Articles |
---|---|
Authors | |
Publication Date | November 30, 2017 |
Acceptance Date | November 10, 2017 |
Published in Issue | Year 2017 |
Creative Commons Atıf-Gayriticari 4.0 Uluslararası Lisansı (CC BY-NC 4.0) ile lisanslanmıştır.
Derginin tüm içeriğine açık erişim sağlanmaktadır. Yayınlanan makaleler öncelikle İThenticate programında taranmaktadır.
Dergimizde
yayınlanan makalelerin sorumluluğu yazara ait olup, tüm telif hakları Şarkiyat İlmi Araştırmalar Dergisi’ne devrolunmuştur.