Rewşenbîrê kurd Kemal Fewzî di serê sedsala 20. de di nav gelek tevgerên siyasî û rewşenbîrî de cih girtiye. Ji xeynî xebatên xwe yên din, wî li ser folklora kurdî jî lêkolîn kirine. Ji nivîsên wî diyar dibe ku haya wî ji rewşenbîrên Rojavayî heye, bi rewşenbîrên osmanî re jî têkildar e û xebatên wan dişopîne. Herwiha ji girîngîpêdana wî ya ji bo berhevkirin û parastina keresteyên folklora kurdî jî aşkere ye ku ew di bin karîgeriya netewetiya romantîk a sedsala 19. de ye. Ew dixwaze îspat bike ku kurd xwedî nasnameyeke neteweyî ne, yek ji niştecihên qedîm ên Rojhilatê ne û folklora wan dewlemend e. Lê belê ev dewlemendî bêxwedî ye, di bin xweliya windabûnê de maye û nayê zanîn. Divê ev kereste bi rêbazên zanistî werin berhevkirin, tomarkirin, parastin û vejandin. Wî di gotarên xwe de pêşî çarçoveyeke teorîk diyar kiriye û piştre çîrokên kurdî yên gelêrî weşandine. Ev lêkolîn, gotarên Kemal Fewzî di peywenda hevedemîbûna geşedana nasnameya neteweyî û xebatên folklorê de dinirxîne. Herwiha aliyên wan ên edebî û zanistî vedikolîne û ji aliyê dîroka xebatên folklora kurdî ve girîngiya wan nîşan dide.
Kemal Fewzî Folklora Kurdî Çîrokên Gelêrî Nasnameya Kurdî ya Neteweyî Xebatên Berhevkarîyê Rêbaza Zanistî
Bölüm | Makaleler |
---|---|
Yazarlar | |
Yayımlanma Tarihi | 30 Haziran 2017 |
Yayımlandığı Sayı | Yıl 2016 Cilt: 2 Sayı: 3 |