Helbestvanê navdar ê Wêjeya Klasîk a Kurdî
Ehmedê Xanî, herî zêde bi berhema xwe Mem û Zînê tê naskirin. Mem û Zînê, bi
taybetîya xwe ya edebî li kêleka berhemên wêjeyî yên cîhanê, cihê xwe girtiye.
Mesnewîya Mem û Zîn’ê ne tenê çîrokeke evînî ye ku xweş hatiye gotin; belkî
berhemeke piralî ye ku Xanî serdema xwe û rewşa Kurdan ku wê demê tê de bûn
derxistiye holê. Tiştê herî girîng jî ev, berhemek e ku ji bo hebûna Kurdan a
di qada wêjeyê de hatiye nivîsîn. Xanî, ji ber ku Mem û Zîn bi vê angaştê
nivîsandiye, ew berhem bi gellek huneran xemilandiye. Di nav cureyên huneran de
herî zêde hunerên girêdayî wateyê hatine bikar anîn. Di nav wan de jî tenasub,
teraduf, tezad û tekrîr... ên herî zêde ne. Dîtin û nasîna van huneran, ji bo
têgihîştina nirxa vê berhemê dê bibe navgînek. Bi liber çav girtina vê xalê, em
ê hunerên wêjeyî yên girêdayê wateyê derxin.
Birincil Dil | Kürtçe |
---|---|
Bölüm | Makaleler |
Yazarlar | |
Yayımlanma Tarihi | 30 Mayıs 2019 |
Gönderilme Tarihi | 7 Aralık 2018 |
Yayımlandığı Sayı | Yıl 2019 |
ISSN: 1309-6087, e-ISSN: 2459-0711
Mukaddime is licensed under a Creative Commons Attribution-NonCommercial 4.0 International License (CC BY NC).