Dîwana
Melayê Cizîrî di nav edebiyata Kurdî de yek ji navdartirîn û berbelavtirîn
behemên edebî ye. Ji ber vê yekê jî gelek destnivîs, çap, şerh û wergerên wê
hene. Herwiha derheqê Mela û Dîwana wî de vê dawiyê gelek xebatên lêkolînî jî
hatine kirin. Mirov dikare bibêje ku di edebiyata Kurdî de ji aliyê
bîbliyografya û lîteraturê ve Melayê Cizîrî û Dîwana di asteke gelekî bilind de
ye. Ev nivîsar jî li ser Melayê Cizîrî û dîwana wî xebateke bîbliyografîk e. Armanca
vê nivîsarê, di çarçoveya zanista bîblîyografyayê de tesbîtkirin, berhevkirin û
nasandina xebatên têkildarî Melayê Cizîrî ne. Rabirdûya xebatên li er Melayê
Cizîrî, nasandina hin xebatên lêkolînî yên girîng û amadekirina lîsteyên bîbliyografîk
bi awaykî sîstematîk mijarên bingehîn ên gotarê ne. Biwarên ku lîsteyên wan
hatine amadekirin ev in: Nusxe û çapên Dîwana Melayê Cizîrî, pirtûkên lêkolînê
yên li ser Mela, şerhên Dîwana Melayê Cizîrî, tezên zanîngehan, meqale û
ansîklopediyên akademik, teblîxên sempozyum û konferansan û nivîsarên kovarên
populer.
Mela Ehmedê Cizîrî Dîwana Melayê Cizîrî Helbestên Melayê Cizîrî
Bölüm | Makaleler |
---|---|
Yazarlar | |
Yayımlanma Tarihi | 30 Aralık 2017 |
Gönderilme Tarihi | 10 Aralık 2017 |
Yayımlandığı Sayı | Yıl 2017 Cilt 8 Sayı 3 - Özel Sayı, Melaye Ciziri |
ISSN: 1309-6087, e-ISSN: 2459-0711
Mukaddime is licensed under a Creative Commons Attribution-NonCommercial 4.0 International License (CC BY NC).