Xebatên kurdolojiyê xwe dighinînin sedsala 17em
û îro jî çalak berdewam in. Çi bi rêya saziyên sivîl, çi bi rêya saziyên fermî
yên dewletan, li dormedora cihanê xebatên kurdolojiyê dimeşin. Me di vê
nivîsarê de berê xwe daye xebatên Kurdolojiyê li Zanîngeha Bîngolê yên ji sala
2014 heta sala 2018an. Di van salan de, li vê zanîngehê, xebatên di vî warî de
hatine kirin bûne naveroka vê gotarê. Di serî de, em li ser tezên
kurdolojiyê yên lisans û masterê sekinîn. Piştre em ketin nava gotarên hekemî
yên akademik ên vê zanîngehê. Paşê jî berhem û sempozyomên ku di vê qadê de
hatine kirin û weşiyane, kete nava xebata me. Bi vî awayî me xwest em xebatên
kurdolojiyê yên vê zanîngehê tomar bikin, îstatîstîkên wan derxin û wek metnekî
amadekirî deynin ber destê peywendîdaran.
Birincil Dil | Kürtçe |
---|---|
Bölüm | Makaleler |
Yazarlar | |
Yayımlanma Tarihi | 30 Mayıs 2019 |
Gönderilme Tarihi | 6 Ocak 2019 |
Yayımlandığı Sayı | Yıl 2019 Cilt: 10 Sayı: 1 |
ISSN: 1309-6087, e-ISSN: 2459-0711
Mukaddime is licensed under a Creative Commons Attribution-NonCommercial 4.0 International License (CC BY NC).