-
Di edebiyatên klasik ên rojhilatê de cureyên edebî yên dînî, bi gelek berhemên ku hatine nivîsîn xwedî muktesebateke berfireh e. Di nav van berheman de yên bi zanistên Îslamî re têkildar in cîyekî muhîm digirin. Di edebiyatên rojhilatê de, di cûreyên bi zanistên İslamî re têkildar de gelek berhemên menzûm jî hatine nivîsîn. Di nav van berheman de yên derheqê zanista eqaid (eqaidname) û zanista fiqhê (fiqihname) de hatine nivîsîn bi hecm û naveroka xwe diguherin. Ev berhemana li gora pêwistîyan, di mijarên bingehîn de bi naverokeke xulasekirî, ji bo ku bi hêsanî bên jiberkirin bi awayekî menzûm, bi zimanekî sade û bi uslubeke herikbar hatine nivîsîn. Ev cure berhem bi gelemperî di bin sernavê îlmêhalê de kom dibin. Ev cure berhem di zimanên erebî, farisî û tirkî de têra xwe hene. Bi zimanê kurdî jî ji salên 1950 û vir de komek berhemên menzûm hatine nivîsîn. Ji van menzûmeyan yên derheqê eqaidê de heta niha hindik jî be bala lêkolîneran kişandine, lêbelê di warê fiqihnameyên kurdî de gelek kêm xebat hatine kirin. Ev manzûmeya nimêjê ku texmînî di sedsala 18an de hatiye nivîsîn, li gor agahîyên berdest, kevintirîn fiqihnameya Kurdî dikare bê qebûlkirin. Manzûmeya bê sernav û nivîskarê wê ne dîyar, ji alîye me ve wek “Şurutu’s-Salat”ê hatiye binavkirin, di nav destxetên Zanîngeha Marburgê ya Berlînê de di nav mecmueyekê de parastî maye. Di vê xebatê de metnê manzûmeya ku bi teşeya mesnewîyê hatîye nivîsîn û ji 67 beytan pêk hatiye bi vekolîneke kurt hatîye pêşkêşkirin.
Edebiyata Kurdî ya Dînî fiqihname şurutu's_selat manzumeya nimêjê destxetên Berlînê

Edebiyata Kurdî ya Dînî fiqihname şurutu's-Salat manzumeya nimêjê Destxetên Berlînê
-
Birincil Dil | Kürtçe |
---|---|
Konular | Kürt Dili, Edebiyatı ve Kültürü |
Bölüm | Makaleler |
Yazarlar | |
Proje Numarası | - |
Erken Görünüm Tarihi | 28 Aralık 2023 |
Yayımlanma Tarihi | 31 Aralık 2023 |
Kabul Tarihi | 17 Temmuz 2023 |
Yayımlandığı Sayı | Yıl 2023 |
Creative Commons Atıf-Gayriticari 4.0 Uluslararası Lisansı (CC BY-NC 4.0) ile lisanslanmıştır.
Derginin tüm içeriğine açık erişim sağlanmaktadır. Yayınlanan makaleler öncelikle İThenticate programında taranmaktadır.
Dergimizde
yayınlanan makalelerin sorumluluğu yazara ait olup, tüm telif hakları Şarkiyat İlmi Araştırmalar Dergisi’ne devrolunmuştur.